Lûtkeya Aştiyê dê di van demjimêran de li Navenda Konferansa Navneteweyî ya Şerm el-Şêx a Misrê, bi beşdariya 30 welat, rêxistinên navneteweyî û herêmî ji bo îmzekirina peymana agirbestê ya li Şerîda Xezeyê dest pê bike.
Ji duh ve zêdetirî 20 serokên welatan ji bo beşdarbûna li Civîna, ku merasîmek îmzekirina peymana aştiyê ya li ser Xezeyê jî di nav de be, dê îro ji hêla Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump û Serokkomarê Misrê Ebdulfettah el-Sîsî ve were birêvebirin.
Beriya wê, Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu diyar kiribû ku ew ê beşdarî Lûtkeya Şarm El Şeyx nebe.
Lê îro Berdevkê Serokkomariya Misrê li ser Facebookê nivîsand: "Serokê Filistînê Mehmûd Ebas û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu dê beşdarî lûtkeya aştiyê bibin da ku peymana agirbestê li Xezeyê xurt bikin û pabendbûna xwe bi wê re ji nû ve piştrast bikin."
Di heman çarçoveyê de, Serokê Amerîkayê vê sibehê gihîştibû Knesseta Îsraîlê û gotarek pêşkêş kir. Piştî wê, dê Trump berê xwe bidê Şerm el-Şêx.