Karkerek li zîndana çeteyan hate kuştin

Li bajarê Ezazê yê li Bakurê Helebê di girtîgeheke çeteyên dewleta Tirk de karsazek bi êşkenceyê hat kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li bajarê Ezazê yê li Bakurê Helebê, karsazê bi navê Fadî El Nais ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hate kuştin.

Fadî El Nais li girtîgeha ku ji aliyê Mutesem Hesano ve tê birêvebirin, hatibû ragirtin û bi îşkenceyê hatiye qetilkirin.

Hat zanîn ku El Nais berê demekê piştî ku nanokiyeke taybet di navbera wî û Muatasem Heseno de derketiye hatiye girtin.

Her wiha Heseno ew neçar kiriye ku mal û milkên xwe bide wî.

Piştî kuştina karsaz Fadî El Nais rewşek aloz û bi hêrs di nava gel de belav bû.

Heya niha derbarê bûyerê de ji aliyê Hikûmeta Veguhêz ve ti lêpirsîn nehatiye kirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye