DI ÊRÎŞA ÎSRAÎLÊ DE SEROKÊ ÎRANÊ BIRÎNDAR BÛYE

Hat ragihandin ku serokê Îranê Mesûd Pizîşkiyan di êrîşa Îsraîlê de birîndar bûye.

reset font size increase font size

Tevî derbasbûna 20 rojan bi ser şerê di navbera Israîl û Îranê de lê heya niha hûrgulî û datayên nû yên wî şerî têne eşkerekirin.

Ajansa faris ku yek ji ajansên fermî yên hikûmeta Îranê ye, ragihand ku di 15ê hezîranê de bi 6 bombe û mûşekan Îsraîl, êrîşî ser avahiya civîna Meclisa Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê li Tehranê kiribû.

Hate eşkerekirin ku di wê êrîşê de, serokê Îranê Mesûd Pizîşkiyan û çend berpirsên din birîndar bibûne û di nav kavilên wêraniyê de mane, lê Pizîşkiyan xwe bi rêya tunelekê xelas kiriye ku berê li jêr avahiyê hatibû amadekirin. 
 
Ajansa Faris ragihand ku Îsraîl agahiyên istixbaratî di derbarê wê civînê de bidest xistibû, ji ber vê yekê niha li Îranê, lêpirsîn û lêkolîn têne kirin da ku Tehran bizanibe bê çawa Îsraîlê ev agahî bidest xistibû. 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24