LI BAKÛYÊ ALÎYEV Û ŞARA HEVDÎTIN PÊK ANÎN

Serokkomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev û Serokê hikumeta demkî ya suriyeyê Ehmed El Şara li Bakuyê hevdîtin pêkanîn.

reset font size increase font size

Li gor daxuyaniya ji serok komartiya azerbeycanê, Aliyev û Şara bi beşdarbuna wezîr û rayedarên her du walatan civîn pêkhatiye.

Hat ragihandin ku di civinê de bi taybet li ser tevkariya enerjiya di navbera her du walatan de hatiye sekinandin. 

Azerbeycan, wê di  demekî nêz de pirojeya hinardekirina enerjiyê di ser Tirkiyê de ji bo Suriyê bê veguhestin.

Her wiha hat destnîşan kirin ku Azerbeycan wê ji bo ji nû de avakirina binesaziya enerjiya Suriyeyê tevkariyê bike.

 Li derveyî van mijaran li ser pirsgirêka çandê, perwerdehiyê û mirovî jî hat sekinandin.

Piştî civîna bi rayedar û wezîran re  Aliyev û Şara bi tenê jî hevdîtinek pêkanîn. 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24