Duh Rûsyayê bi balafirên bê mirov û fuzeyan êrîşeke nû pêk anî û di encamê de herî kêm 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Hêzên hewayî yên Ûkraynayê eşkere kir ku Rûsyayê di vê êrîşê de 597 balafirên bê mirov û 26 fuze avêtiye û got: " Hêzên me 319 balafirên keşfê xistin xwarê."
Wezîrê Karên Derve yê Ûkraynayê Andrî Sibîha da xuyakirin ku bajarên Lviv, Lutsk û Chernivtsî yên herî zêde ji êrîşên Rûsyayê tên bandorkirin.
Sibîha da zanîn ku Rûsya zêdekirina terora xwe didomîne, bi firoke û fûzeyan zirarê digihîne deverên niştecîbûnê û sivîlan dikuje.