Berdevka Polîsên Edmondê, Emily Ward got ku derdora saet 9'ê êvarê de agahî hatin wergirtin ku di kombûneke ciwanan de gule hatin teqandin û birîndarî çêbûne.
Berdevka Polîsan dest nîşan kir ku birîndar rakirin nexweşxaneyan.
Her wiha wê anî ziman ku, dibe hin birîndarên din hebin, ku bi erebeyên xwe çûne nexweşxaneyan.
Hêzên ewlekariyê derdora cihê bûyerê girtin.