Li Belçîkayê plana êrişeke bi dronan hat têkbirin

Rayedarên Belçîkayê dan zanîn ku 3 ciwanên cîhadîst plan dikirin bi dronên teqemenîkirî êrişî siyasetmedaran bikin, hatin girtin. Tê îddîakirin ku di hedefa wan de serokwezîr Bart De Wever jî hebû.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Dozgera Federal Anne Fransen di civîneke çapemeniyê de got, ew kes li bajarê Antwerpê li bakurê Belçîkayê di çarçoveya lêpirsîna terorîstî û beşdarbûna çalakiyên komeke terorîst de hatine girtin.

Anne Fransen diyar kir ku wan niyet dikir êrişeke terorîstî li dijî kesayetên siyasî pêk bînin.

Nivîsgeha Serdozgeriyê eşkerekirina navên wan siyasetmedaran red kir.

Li gorî raporan, polîsan bi ser gelek malên li derdora mala De Wever de girt.

Anne Fransen destnîşan kir ku di dema kontrolkirina maleke gumanbar de alaveke teqemenî ku hîna temam nebûye û çenteyek gokên hesin hatine dîtin. 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24