Armanca sereke ya hevdîtinê ew bû ku zext li Kongreyê were kirin da ku cezayan li ser Sûriyê rake û ji bo peydakirina rêyek lihevkirinên bi Îsraîlê re nîqaş werin kirin.
Li gorî çavkaniyên dîplomatîk, Sûriye hewl dide rewşa sînor vegerîne rewşa beriya hilweşîna rejîma Esed.
Bendên peymana ku tê payîn di navbera Îsraîl û Suriyê de bê kirin ev in:
Danûstandin li ser bingeha xeta agirbestê ya 1974`an.
Sûriyê were bêçekkirin û korîdoreke mirovî ji bo Swiyedayê bê vekirin.
Çavdêriya navneteweyî bi rêya hêzên UNDOF'ê ji bo misogerkirina pêkanînê.
Serokê Hikumeta Veguhêz a Sûriyê Ehmed El-Şeri duh diyar kiribû ku dan û standinên ji bo peymaneke ewlehiyê bi Îsraîlê re dibe ku di rojên pêş de, bi encam bibin.
Li gorî Axios, tê payîn ku Şeybanî roja Înê, bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio re bicive.