Antonio Guterres destnîşan kir ku NY`ê dê beşdariya xwe ya berdewam bi her du civakên li giravê re bidomîne û tekez kir ku "pabendbûna xwe ya bêdawî ji bo ewlehî û refaha Tirk û Yewnanên Qibrisê" dike.
Serokê Qibrisa Rûm Nikos Christodoulides jî destnîşan kir ku ew bi hemû hêza xwe li gorî pabendbûna ku Guterres ragihandiye ji bo ji nû ve çareserkirina pirsgirêka Qibrisê ji xala ku li Crans Montana hatin qutkirin dubare dike.
Di hilbijartinên 19`ê Cotmehê yên li Bakurê Qibrisê de namzetê Partiya Komarî ya Tirk (CTP) Tufan Erhûrman ji sedî 62.76`ê dengan wergirt û di tûra yekem de wekî serokê şeşemîn ê Bakurê Qibrisê hate hilbijartin.