Dewleta Umanê, di çarçoveya berpirsyariya xwe ya li hember Hurmizê de, rêya demkî ya keştîvaniya li Tengava Hurmizê ragihand.
Li gorî Supaya Pasdarên Şoreşa Îslamî, Îranê hişyarî da ku ragihandina rêyeke nû ya keştîvaniya li Tengava Hurmizê , bêyî agahdarkirin an hevrêziya bi Tehranê re, nayê pejirandin û bi tevahî xeternak e.
Supaya Pasdaran, roja pêncşemê, 25'ê hezîranê, bi daxuyaniyekê got ku hin keştî tenê, bi taybetî yên ku destûr ji bo wan tên dayîn, dikarin di tengavê re derbas bibin.
Ev keştî jî ji hêla Îranê ve tên ragihandin.
Ji bo derbasbûna di Hurmizê re, pêwîst e hevrêzî bi Hêza Deryayî ya Supaya Pasdaran re were kirin.
Îranê hişyarî da ku trafîka keştiyan li derveyî rêyên ragihandî "pir xeternak û qedexe ye" û "keştiyên binpêker dê werin desteserkirin."
Ev hişyarî piştî wê yekê hat ku Umanê roja sêşemê ragihand ew ê rêyeke deryayî ya demkî peyda bike ji bo keştiyên ku dixwazin di Tengava Hurmizê re derbas bibin.
Berî şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê, Tengava Hurmizê li ser asta cîhanê rêya derbasbûnê petrol û gazê ya pêncem bû.
"Wê îran û Umanê ji bo gotûbêjkirina birêvebirina Hurmuzê hevdîtinan bikin"
Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî jî diyar kir ku Îran û Uman dê ji bo gotûbêjkirina birêvebirina pêşerojê ya Tengava Hurmuzê û xizmetên trafîka deryayî hevdîtinan bikin.
Di vê çarçoveyê de, Umanê di hevdîtina xwe ya bi Wezîrê Derve yê DYA'yê Marco Rubio û welatên Kendavê re eşkere kir ku di peymanên pêşerojê yên derbarê tengavê de tu xercên transîtê ango baca derbasbûnê nayên standin.