Li ser malperên medyayan dîmenek hat belavkirin ku çekdarên li hindirê bajarê Serê kaniyê gefan li dijî koçberên dixwazin vegerin dixwin.
Ev gef û belavkirina vê dîmenê hemwextî axaftina destpêkirina amadekariyên vegera koçberan bo herêmên xwe hatin kirin.
Di dîmen de, çekdarên ji derveyî herêmê li qadeke giştî ya naverasta Serê kaniyê kom bûne û gefên li xelkê bajêr ên koçber dixwin.
Ev yek ji bo vegera koçberan û aramiya rewşên ewlehiyê metirsiyan çêdikin.