Mazlûm Ebdî û nûnerê hikûmeta veguhêz a Sûriyê civiyan

Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî û nûnerê hikûmeta veguhêz a Sûriyê Ziyad El Ayiş, bi amadebûna Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û rayedarên bicihanîna bendên peymana 29'ê çileyê, civiyan. Di civînê de vegera koçberan hat nîqaş kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Îro li bajarê Hesekê, Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî û nûnerê serokatiya hikûmeta veguhêz a Sûriyê ji bo parêzgeha Hesekê ya şopandina bicihanîna peymana 29'ê çileyê Ziyad El Ayiş bi amadebûna Parêzgarê Hesekê Endazyar Nûredîn Ehmed, Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê parêzgehê Merwan El Elî û cîgirê wî Mehmûd Xelîl û hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, civiyan.

 

Li gorî agahiyan civîn erênî derbas bû.

 

Di civînê de behsa hejmarek dosyayên bingehîn ên girêdayî bicihanîna bendên peymanê, weke serbestberdana dîlgirtî û girtiyên her du aliyan, hat kirin.

 

Berdana dîlgirtiyan û vegera koçberan rojeva sereke bû

 

Li kêleka wê jî, di civînê de bal li ser girîngiya berdewamiya vê rêveçûnê hat kişandin, ku baweriyê di navbera her du aliyan de xurt dike û piştevaniyê dide hewldanên aramkirina herêmê.

 

Her wiha amadekariya vegera koçberan bo warên xwe û rêbazên hêsankirina proseyên entegrasyona saziyan nîqaş kirin û îşaret bi gavên ku di vê çarçoveyê de hatine avêtin, kirin.

 

Girêdayî vê mijarê, hat gotin ku biryara derxistina efûyê ya îro ji encama rasterast a vê civînê bû ku piştevaniyê dide hewldanên aramkirin û pêşxistina atmosfera erênî.

 

Di civînê de, rewşa koçberên Serêkaniyê jî hat nîqaşkirin û hat diyarkirin ku piştî betlaneya cejnê di şert û mercên ewle û rêxistinkirî de, xebatên ji bo vegera koçberan tên kirin.

 

Hat ragihandin ku wê komek din ji koçberên Efrînê piştî cejna Remezanê vegerin warên xwe.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye