Hat Nûkirin:
Mehmûd Xelîl da zanîn ku piştî qedandina vegera hemû koçberan ji bo bajarê efrînê dê roja duşemê ango 10`ê tebaxê 648 malbat vegerin Serê Kaniyê.
Mehmûd Xelîl Elî eşkere kir ku wê karwana yekem ji xala kombûnê ya li bajarokê Tiwêna ber bi Serê kaniyê ve bi rê bikevin.
Her wiha da zanîn ku sedema paşxistina vegerê ji ber ne temamkirina pêdiviyên lojîstîkî ye.
Mehmûd Elî eşkeke dike ku ev gav di çarçoveya peymana 29'ê çileyê pêk tê.
Parêzgarê Hesekê bi koçberên Serê Kaniyê re civiya
Di çarçoveya vegerê de Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed bi şandeyek ji xelkên Serê Kaniyê yên ku li Hesekê dimînin civiya.
Di civînê de Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Parêzgeha Hesekê û endamên perlemantoya Sûriyê yên Parêzgehê beşdar bûn.
Her du aliyan di civînê de behsa gavên pêwîst ji bo hêsankirina vegera wan kirin.
Parêzgarê Hesekê tekez kir ku veger û ewlehiya koçberan karekî pêşîn e.