Partiya Yekîtiya Demokratîk der barê rakirina zimanê Kurdî ji tabloya li Koşka Dadweriyê de daxuyaniyek da û got:
“Em bawer dikin ku rakirina zimanê Kurdî ji tabloyên li Koşka Dadweriyê li dijî rihê peyamana di navbera Hikûmeta Vegûhez a Sûriyê û QSD`ê de ye.
Em weke PYD, piştrast dikin ku nivîsandina tabloyan bi zimanê Kurdî xurtkirineke rastîn a serweriya Sûriyê temsîl dike û nikare wekî kêmkirina wê were hesibandin.
Her wiha, zimanê Kurdî ne tenê zimanê neteweyî, lê divê weke zimanê fermî jî bê naskirin û ev yek serweriya Sûriyê xurttir dike.
Di dawî de PYD’ê bang li aliyan kir ku dev ji siyasetên cudakariyê berdin.