Şehrîban di encama êrişa polîsan de felc ma

Dadgehan daxwaza tazmînatê ya ji bo Şehriban Sertkal, ku di encama êrîşa polîsan de felc mabû red kirin. Parezerên Şehrîban Sertkal dozê birin li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM).

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

Li Dîlokê di 9'ê Cotmeha 2014'an de Şehrîban Sertkal bi îdîaya "endamê rêxistinê" ye ji aliyê polîsan ve hatibû gulebaran kirin.

Di encama gulebaranê de Şehrîban Sertkal bi giranî birîndar bû û felc ma.

Îdîayên polîsan ji aliyê dadgeha dewleta Tirkiyê ve vala hat derxistin û dadgeh biryar dan ku Şehrîban Sertkal ne endamê rexistinê ye.

Şehrîban Sertkal piştî bûyerê derbarê polîsan de doz vekir lê heya niha jî ti kes wek berşûc nehat girtin an jî darizandin.

 Doza wê duh ji aliyê dadgehan ve hat red kirin û parezerên dozê serî li AYM dan.

Parezer û malbata Sertkal doza edaletê dikin û dibêjin pewîste bersûç werin peyda kirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye