Baş tê zanîn ku em di demsala payîzê de, ji ber vîrusan ji hin nexweşiyan re meyildar in û em dibînin ku fêkiyên payîzê di şerê li dijî hin nexweşiyên ku di vê demê de belav dibin sûdmend in.
Di nav baştirîn fêkiyan demsalê de ku sûdê wan gelek in, hinar, menge û bîhok in.
Hinar ji hêla vîtamîn C ve pir dewlemend e
Fêkiya hinarê bi şiyanên antîoksîdan ên pir zêde tê naskirin û pêkhateyên wê dikarin ji gelek nexweşiyan re bibin alîkar. Taybet vîtamîn C ku ji bo pergala parastina laş vîtamînekî gringe di nav hinarê de zêde ye.
Hinar di heman demî de ji aliyê Vîtamîn B2 jî dewlemende.
Li gor lêkolînên dawî hinar li hember nexweşiya Alzheimerê jî parastina laş dike.
Hinar gelek mîneralên girîng ji bo laş peyda dike, weke potasyûm, magnezyûm, hesin û kalsiyûm.
Ev fêkî bi saya pêkhateyên wê yên beta-karoten û potasyûmê dibe alîkar ku performansa masûlkeyan baştir bibe.
Menge feydeyên tenduristiyê yên dij iltîhabê dihewîne
Fêkiya menge ji ber demsala wî ye pir belav e û di nav gelek welatiyan de wekî fêkiyek xwestî tê hesibandin, nemaze ji ber feydeyên wê ên mezin û nirxa wê a xurekî ya bilind.
Ew bi vîtamîna A, vîtamîna C û manganezê dewlemend e.
Her wiha antîoksîdan, wek asîda galîk û epîkatekîn gallate dihewîne, ku pêkhateyên bi feydeyên tenduristiyê yên têkildarî fonksiyona kardiovaskuler û iltîhabê ve girêdayî ne.
Bîhok sûdên wê gelek in û nirxên xurekî yên bilind dihewîne
Fêkiya bîhokê jî yek ji fêkiyên payîzê ye ku sûdên wê gelek in û nirxên xurekî yên bilind dihewîne.
Ew bi vîtamîna C, fîber, sifir, potasyûm, mîneral û antîoksîdan, di nav de asîdên organîk jî, dewlemend e, ku hem ji bo laş û hem jî ji bo hişê, gelekî bi sûd in.
Ji bilî van fêkiyan ku sûdên wan ji laş re gelek in û di payîzê de digihêjin, weke sêv, hirmî, tûya kûvî(tiriyên tirş) û Guava jî hene.
Ji bo tenduristiyek baş zanyar dibêjin fêkiyên ku di demsala xwe de çêdibin pir girîng in.