Lîstikvanê Real Madrîdê Danî Carvajal di El Klasîko de di deqeyên dawî ên dewra duyem ya maçê de birîndar bû.
Real Madrîdê piştî maçê raporeke bijîşkî li ser rewşa Carvajal weşand ku li wir dihat destnîşankirin ku pêwîstiya çoka wî ya rastê bi emeliyetê heye.
Li gor rapora bijîşkan movika çoka wî ya rastê ji cih derketiye û pewîste bi emeliyatê were sererastkirin.
Real Madrîd bi daxuyaniyekî ragihand ku lîstikvanê wan operasyoneke serkeftî derbas kiriye û niha ji bo baş bibe di bin çavderiya doktoran deye.
Tê gotin ku Danî Carvajal dê 2-3 mehan ji saha kesk dûr bimîne.