Galatasaray li hember Liverpool di maça destpêkê de 1-0 bi ser ket

Di destpêka maçên Play Offê yên Lîga Şampiyonan a gera 16'an de taximê Galatasaray û Liverpool hatin beramberî hev. Galatasaray li staduma xwe Rams Park bi encama 1-0 bi ser ket û ji bo turê avantajak girîng bi dest xist.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Taximê Tirkiyê Galatasaray roja Sêşemê di maça yekem a gera 16 ya Lîga Şampiyonan de li hember taximê mêvan yê Îngilîzî Liverpool serkeftinek 1-0 bi dest xist.

 

Taximê Galatasaray bi hêz derbasî maçê bû da ku golan bîne.

 

Di xuleka 7'an de lîstikvanê Galatasarayê Mario Lemina  ji bo taximê xwe golek anî û skor kir 1-0.

 

 

Liverpool vê carê ji êrîşên xwe encam negirt

 

 

Piştre Liverpool pêşde çû, hewl da ku maçê wekhev bike, lê parastina Galatasaray û golparêzê wê nehiştin ti gol werin.

 

Lîstika Liverpool xwe dispêre êrîşên dijber ên bilez lê belê vê carê ev lîstika wî rexmî ku gelek xeteriyan ji bo Galatasaray çêkir jî encam neda.

 

Di deqeya 89'an de, Hogo Ayktiki hewl da ku gol bîne û encamê wekhev bike, lê topa wî ji ser stûnê derbas bû.

 

Bi vê serkeftinê, Galatasaray serdestiya xwe ya li ser Liverpool di Lîga Şampiyonan a vê sezonê de domand, ku berê li heman stadyûmê Liverpool 1-0 têk biribû.

 

Di saetên dawiya şevê de 3 maçê din di Lîga Şampiyonan de hatin lîstin ku bi encamên cûda maçên van taximan bi dawî bûn.

 

Maçên Play Off yê gera 16'an ku duh hatin lîstin jî wiha ne:

 

 

Encamên maçên ku duh hatin lîstin

 

 

Newcastle United li staduma xwe St James Park li hember Barcelona bi 1-1 wekhev ma.

 

Bayern Munich li staduma Gewiss Stadium ya Atalanta bi rehetî ji maçê derket ku Atalanta 6-1 têk bir.

 

Li staduma xwe Metropolitano, Atletico Madrid li hember Tottenham serkeftinek bi encama 5-2 bi dest xist.

 

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku wê îro jî 4 maç bên lîstin.

 

Taximên ku wê bi hev re bilîzin û dema maçên wan jî bi vî şekli ne:

 

20:45 : Leverkusen - Arsenal

 

23:00 : Real Madrid - Manchester City

 

23:00 : Bodo Glimt - Sporting

 

23:00 : Paris Saint-Germain - Chelsea

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye