Arjantîn 3-2 Misr têk bir û derbasî çaryekfînalê bû

Di tûra 16an a Kûpaya Cîhanê de, Arjantîn, piştî ku bi du golan li paş ma, bi golên ku di nîva duyemîn de hatin avêtin, Misir 3-2 têk bir û derbasî çaryekfînalê bû.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Arjantîn û Misir di tûra 16emîn a Kûpaya Cîhanê de hatin beranberî hev.

Di maça ku li Stadyuma Mercedes-Benzê hat lîstin de, Yaser Îbrahîm di deqeya 15emîn de gola yekem ji bo Misrê avêt û Misir bi 1-0 pêş ket.

Di nîva yekem de golên din nehatin avêtin û Misir bi 1-0 pêş ket.

Di deqeya 67'an de, Zico pêşengiya Misrê du qat zêde kir.

Di deqeya 79'an de, Romero bi serê xwe golek ji bo Arjantînê avêt û cudahî daxist yek golê.

Lionel Messi dideqeya 83'an de bi golek din avêt û encam kir 2-2.

Di deqeya 90+2an de, Fernandez gola Arjantînê ya sêyemîn anî û encam kir 3-2.

Di mayîna maçê de golên din nehatin avêtin û Arjantînê Misir bi 3-2 têk bir û derbasî çaryekfînalê bû.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye