Ji bo pêşbirka şampiyonatiyê ya Lîga Yekemîn a Federasyona Footbalê ya Tirkiyê(TFF) Amedspor li mala Eroksporê maçeke krîtîk lîst.
Di maçeke ku rasterast bandorê li pêşbirka şampiyonatiyê ya Lîga TFF dike de, Amedspor li derveyî malê bi Erokspor re 1-1 wekhev ma.
Amedspor puanê xwe kir 71 û rêza xwe ya duyemîn parast.
Maça Esenler Erokspor-Amedspor, ku di hefteya 34emîn a Lîga Yekemîn a Federasyona Footbalê ya Tirkiyê(TFF) de hate lîstin, li Stadyuma Esenler a Stenbolê hate lîstin.
Maç ji hêla hakemê asta jorîn ê herêma Enqereyê Gurcan Hasova ve hate birêvebirin.
Esenler Erokspor bi êrîşeke baş organîze di deqeya 35emîn de 1-0 pêş ket, û nîva yekem bi vê encamê bi dawî bû.
Di deqeya 33an de, hakem rahênerê Esenler Eroksporê bi karta sor ji lîstikê derxist.
Di nîva duyemîn de, Amedsporê di deqeya 51an de bi gola M. Diagne encam kir wek hev. Maç bi skora 1-1 bi dawî bû.
Ev maç, ku 5 hefte mabûn di lîgê de, ji bo pêşbirka şampiyontiyê û armanca derbasbûna bo Lîga Super girîng bû.
Bi puaneke ku Amedsporê bidestxistî, puanê xwe gihand 71ê, û cudahiya bi Erzurumsporê re, ku lîderê lîgê ye, kêm kir û ferq bû 4 puan.
Eroksporê hefte bi 67 puanan di rêza sêyemîn de bi dawî kir.