Amedspor a ku di Lîga 1’emîn a Trendyolê de dilîze, duh li qada xwe bi Bodrumsporê re lîst.
Di deqeya 5’an a maçê de Bodrumsporê bi 10 lîstikvanan maç domand. Amedspor a ku 1-0 li pêş bû, di deqeya 95’an de golek xwar û maç 1-1 bi dawî bû.
Vê rewşê jî rê li ber bertekan vekir.
Rêveberiya Amedsporê diyar kir ku ew û rahênerê tîmê, Mesût Bakkal û koma wî ya teknîkê bi awayekî lihevkirî ji hev veqetiyane.
Amedsporê spasiya Mesût Bakal û koma wî ya teknîkê kir.
Hêjayî bi bîrxistinê ye ku Mesût Bakal di 16`ê Sibata 2026`an de, cara duyemîn hatibû ser rahêneriya Amedsporê.
Mesût Bakal berê jî rahêneriya Amedsporê kiribû.

Rahênerê nû yê Amedsporê Sertaç Kuçukbayrak e
Piştî veqetîna ji a Mesût Bakkal, Rêveberiya Amedsporê yekser rahênerê nû eşkere kir.
Amedsporê ragihand ku, Sertaç Kuçukbayrak wekî rahênerê tîmê yê nû destnîşan kiriye.
Ev agahî li ser hesabê Amedsporê yê medyaya civakî hat parvekirin û tê de wiha hat nivîsandin:
“Kuluba me biryar da ku bi rahêner Sertaç Kuçukbayrak û ekîba wî ya teknîkî re rêya xwe bidomîne.
Em ji wî û ekîba wî re serkeftinê dixwazin.
Di vê pêvajoya krîtîk a ku em ber bi armanca xwe ya şampiyoniyê ve diçin de, em dê dev ji têkoşîna xwe bernedin.
Em dê bi piştgiriya lîstikvanên xwe, desteya teknîkî û alîgirên xwe yên mezin bi heman biryardarî û baweriyê têkoşîna xwe bidomînin.