Gava yekem ji bo jinûveavakirina demdirêj li Amedsporê

Beriya kongreya dîrokî ya ku bi milyonan alîgir li bendê ne, Amedspor dest bi xebata destnîşankirina rêveberên werzîşê kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Amadekariyên kongreya tîma Amedsporê leztir bûne.

Di civîna giştî de ku 1’ê hezîranê dê were lidarxistin, tê payîn ku piştî dengdanê serokê 10'emîn ê Amedsporê bi fermî dest bi kar bike.

Tîma rêveberiyê ya nû, beriya pêvajoya kongreyê hatiye avakirin, karê xwe zêdetir kiriye.

Her çend rêveberî dan û standinên xwe hem ji bo rahênerê sereke û hem jî rêveberê werzîşî didomîne.

Ji bo vê yekê, Amedspor dixwaze rehênerekî xwedî tecrubeya Super Ligê bîne.

Piştî kongreya 1'ê hezîranê di Amedsporê de guhertinên girîng tên plankirin

Tê gotin ku rêveberiya nû armanc dike ku piştî kongreyê pêkhateya teknîkî temam bike û plana tîmê bi lez û bez şekil bide.

Hat ragihandin ku di nav klûbê de amadekarî hene, da ku di serdema nû de pêkhateyeke werzîşê ya profesyoneltir û demdirêjtir ava bikin.

Piştî kongreya 1'ê hezîranê, hem di pêkhateya rêveberî de û hem jî di pêkhateya karmendên teknîkî yên Amedsporê de, guhertinên girîng tên plankirin.

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – Nuce 24