Xelkê Reqa û Dêra Zorê nerazîbûna xwe nîşan didin

Ji ber bilindbûna asta ava çemê Firatê, metirsî û zirarên mezin digihêjin welatiyên Reqa û Dêra Zorê. Herî dawî, pira stratejîk a navbera Baxoz û Meraşide, di ber avê re çû û çûnûhatina navbera her du aliyên çem bi temamî sekinî. Li aliyekî din jî, hêrs û nerazîbûna xelkê herêmê ya li dijî Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê zêde dibe. Di dema serdana Serokkomarê Demkî Ehmed Şera bo Dêra Zorê de, welatiyekî ku xwe avêtibû pêşiya karwanê wî hat girtin û rûbirûyê lêdanê bû. Ev bûyer bû sedem ku li gelek navçeyên Dêra Zorê çalakiyên nerazîbûnê li dijî hikûmetê dest pê bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ji ber lehiyê direve û xwe davêje ber karwanê otombêlên Serokkomarê Demkî yê Sûriyê Ehmed Şera.

Ev welatiyê ku li Dêra Zorê xwest ku bi vê gavê nerazîbûna xwe bîne ser ziman, hat girtin û rastî lêdanê hat.

Ava Firatê bilindtir dibe

Bilindbûna ava Firatê bû sedem ku lehî li Reqa û Dêra Zorê rabe, Tirkiyê deriyên yedek ên bendavên xwe vekirin û ev jî bû sedem ku ava Firatê zêde zêde bilind bibe.

Herî dawiyê jî pira navbera Baxoz û Meraşinde li Dêra Zorê, di ber avê re çû, berî wê jî çend pira têk çûbûn.

Li Reqa û Dêra Zorê bi sedan malbat bê cih û war mane

Bi sedan malbat li van her du parêzgehên rojhilatê Sûriyê bê cih û war mane, bi hezaran donim ji erdên çandiniyê jî di bin avê de mane, zirareke mezin gihiştiye xelkê Dêr û Reqayê.

Bilindbûna pêlên ava firatê, rê li ber bilindbûna pêlên nerazîbûnê vekir, li dijî Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê çalakiyên nerazîbûnê hatin sazkirin.

Ciwanên Dêrê bersiva wezîrekî Sûriyê didin

Çend ciwanên Dêrê bersiva wezîrekî Hikûmeta Veguhêz didin dema ku daxwaz kiribû ku kes melevaniyê neke, lê ew gênc dibêjin çiqasî ava Firatê bilind bibe jî, ew dest ji avjeniyê bernadin û xwe davêjin nav ava çem...

Rayedarên Şamê xwe gihandin Dêrê, lê heta niha av bilind dibe û çareseriyên têne dîtin, nabin bersiv ji êş û daxwazên xelkê van her du parêzgehên Sûriyê re.

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – Nuce 24