Neteweyên Yekbûyî: Dibe ku diyardeya El Nîno vegere

Li gorî daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî, diyardeya hewayê ya bi navê El Nîno ku di serdema borî de germahiya gerdûnî derxistibû asta jor, tê payîn ku di nîvê vê salê de ji nû ve dest pê bike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Neteweyên Yekbûyî (NY) têkildarî guherîna avhewayê û pêlên germahiyê hişyariyek da.

Li gorî daxuyaniyê, diyardeya hewayê ya bi navê El Nîno (El Niño) ku dibe sedema germbûna zêde ya rûyê erdê û okyanûsan, tê payîn ku di nîvê vê salê de careke din vegere.

Hat destnîşankirin ku El Nîno, herî dawî dema ku bi bandor bûbû, germahiya gerdûnî derxistibû astên herî bilind ên dîrokê.

Pispor hişyarî didin ku bi vegera vê pêla germê re, dibe ku li seranserê cîhanê guherînên tund ên hewayê rû bidin, ziwabûn çêbibe û di germahiyê de rekorên nû werin tomarkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye