Amerîkayê, bi tawana ‘Spîkirina Pereyan’ doz li kurê serokê PDK'ê vekir

Wezareta Dadê ya Amerîkayê ragihand ku ji bo desteserkirina qesra kurê serokê PDK'ê ya li Amerîkayê doz hatiye vekirin. Wezaretê diyar kir ku qesra Mensûr Mesûd Barzanî bi dahata xapandina hêzên Amerîkayê û wergirtina bertîlan hatiye kirîn, ku nirxê wê 30 mîlyon dolar e.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Careke din kurê serokê PDK'ê Mensûr Barzanî bi gendeliyê ket rojeva Amerîkayê.

Li gorî raporeke Wezareta Dadê ya Amerîkayê ku medyaya Amerîkayê û Başûrê Kurdistanê belav kiriye, ji bo destserkirina qesra kurê serokê PDK'ê Mensûr Barzanî, ya li devera Beverly Hills gilînameyeke yasayî hatiye tomarkirin.

Li gorî dozê di navbera salên 2016-2020'an de, şîrketeke peymankar a Amerîkî ji bo gihandina sotemeniya balafiran ji bo artêşa welatê xwe ya li Balafirgeha Hewlêrê, ligel kurê serokê PDK'ê Mesûd Barzanî, Mensûr Barzanî, li hev kiriye.

Tê gotin ku ji bo her lîtreyeke sotemeniyê (0.25 dolar) wek bertîl dane Mensûr Barzanî, ji bo rê li ber kompanyayên hevrik bigire û wan dûr bixe.

Di van rojan de agahiyên rojnamevaniyê bal kişandine ser wê yekê ku di dema şerê li dijî DAIŞ’ê de, vê kompanyayê ji ber vê peymana gumanbar, zêdetirî 700 mîlyon dolar, ji Ajansa Lojîstîkê ya Parastinê ya Amerîkayê (DLA) wergirtiye.

Di dozê de hate diyarkirin ku Ajansa Lojîstîkê ya Parastinê neçar maye ku sotemeniyê bi bihayekî pir giran ji wê kompanyayê bikire, ji ber ku rê li ber kompanyayên din hatiye girtin ku bikevin balafirgeha Hewlêrê.

Wezareta Dadê ya Amerîkayê eşkere kir ku ew pereyên wek bertîl dane Mensûr Barzanî, derbasî hesabekî darayî yê bi navê ‘NYJD Trust No.1’ ku li Virginia ji bo Mensûr Barzanî hatiye avakirin.

Li gorî nûçeyên hatine belavkirin, ev dosye ji aliyê Buroya Lêkolînê ya Federal (FBI), Dezgeha Lêkolîna Sûcên Parastinê û Beşa Bacê (IRS) ve bi hûrgulî hatiye lêkolînkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku erka sereke ya Wezareta Dadê di vê dozê de, birîna çavkaniyên darayî yên wan berpirsên gendele ku sîstema darayî ya Amerîkayê ji bo spîkirina pereyên xwe bi kar tînin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye