Moskowê eşkere kir ku di êrîşên şeva borî de zirarên mezin gihandine binesaziya leşkerî û aborî ya Ukraynayê. Di vê çarçoveyê de, li nêzî herêma Kîevê navendeke lojîstîkî ya ku wekî depoya parastina fuzeyên "Flamingo" dihat bikaranîn hat rûxandin.
Her wiha li bendergeha Îsmaîl a li herêma Odesayê ya li ser Deryaya Reş, cihên daxistina sotemeniyê û stasyonên tankerên sotemeniyê rasterast hatin derbkirin. Li gel vê yekê, depoyeke drone yên ji modelên "FB 1" û "FB 2" li gel navendeke lojîstîkî ya taybet bi barkirina alîkariyên leşkerî yên ji welatên Rojava dihatin, bi temamî hatin jinavbirin.
Operasyonên Rûsyayê depoyên piştgiriyê yên bendergeha Nîkolayevê jî li ser Deryaya Reş kire armanc. Li aliyê din, Wezareta Parastinê diyar kir ku sîstemên wan yên parastina hewayî karibûne 313 dronên Ukraynayê li herêmên başûrê rojavayê Rûsyayê bixin xwarê.