Trump mezintirîn peymana petrolê ya cîhanê li gel Venezuela ragihand

Serokê Amerîkayê Donald Trump da zanîn ku welatê wî li gel Venezuelayê peymaneke dîrokî ya petrolê imze kiriye ku kontrola zêdetirî 65 milyar bermîl petrola vî welatî dide destê Amerîkayê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê "Truth Social" daxuyand ku di bin serpêhatiya wî de û bi rêya Wezîrê Derve Marco Rubio û Wezîrê Şer Pete Hegseth, peymanek mezin li gel Seroka Demkî ya Venezuelayê Delcy Rodríguez û bi hevkariya sektora taybet hatiye îmzekirin. Trump eşkere kir ku ev peyman bêyî ti lêçûnekê ji bo bacderên Amerîkayî pêk hatiye û dê yedegên petrola Amerîkayê ji du qatan zêdetir bike, ku ev yek jî dê bibe sedema erzankirina bihayê benzînê ji bo welatiyên Amerîkayê.

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ev peyman wekî serkeftinek ji bo her du gelan bi nav kir û destnîşan kir ku ev gava dîplomatîk dê nêzîkî 100 milyar dolar veberhênana taybet bîne Venezuelayê û bibe sedema vejandina aboriya wî welatî û afirandina hezaran derfetên kar. Her wiha hat diyarkirin ku ev peyman li ser 17 zeviyên petrolê yên serekî li Venezuelayê disekine.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye