Piştî ku Serokê Amerîkayê agirbesta li gel Îranê dirêj kir, bihayê petrolê daket bin 100 dolarî.
Îro piştî vebûna bazarên Asyayê, bihayê petrolê destpêkê nêzîkî dolarekî bilind bû.
Lê belê piştî çend saetan, ji ber biryara dirêjkirina agirbesta di navbera Amerîka û Îranê de, berê bihayê petrolê guherî û daket.
Vê sibê bi vekirina bazaran, bihayê bermîla petrola brent a Deryaya Bakur 21 sentan daket û bermîlek bi 98 dolar û 27 sentan hat kirîn û firotin.
Bihayê bermîla petrola sivik a Teksasa Amerîkayê (WTI) jî 28 sentan daket û bû 89 dolar û 39 sent.
Duh bihayê her du cureyên petrolê bi rêjeya ji sedî 3 bilind bibû.
Cure Miqdar Nirxê Berê Nirxê Nû
Petrola brent a Deryaya Bakur 1 Bermîl 98,48 98.27
Petrola sivik a Teksasa Amerîkayê 1 Bermîl 89,67 89.39
Bi agirbestê re Zêr biha bû
Dirêjkirina agirbestê û erzanbûna petrolê, zêr biha kir.
Vê sibê li barazan Zêr di cih de %0,9 zêde bû û gihîşt 4 hezar û 755, 1 dolarî serê onsê.
Duh piştî nirxê kirîna zêr gihîşt asta herî nizm ji 13'ê Nîsanê ve.
Peymanên pêşerojê yên zêr ên Amerîkî ji bo radestkirina Hezîranê %1,1 zêde bûn û gihîştin 4 hezar û 772 dolar û 90 sentan.
Bihayên zêr fikarên li ser zêdebûna enflasyonê û zêdebûna rêjeya faîzê ya berdewam rakir.