128 sal di ser roja rojnamevaniya Kurdî re derbas dibe

Îro salvegera 128`emîn a Rojnameya Kurdistanê ye. Li gel derketina yekemîn rojnameya Kurdî ya bi navê Kurdistan ku ji aliyê Miqdad Midhat Bedirxan ve hatiye derxistin, îro bi sedan Rojnamevanên Kurd wekî berdewamiya wê, kar û xebatên xwe dikin. Roja 22`yê nîsanê weke Roja Rojnamevaniya Kurdî tê pîrozkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di 22`yê nîsana sala 1898`an de, yekemîn Rojnameya Kurdî ya bi navê Kurdistan, li Qahîreya paytexta Misrê ji aliyê Miqdat Midhat Bedirxan ve hat weşandin, ku wê demê di sirgûniyê de bû.

Ji ber vê yekê, roja 22`yê nîsanê ji her salê, wekî roja Rojnamevaniya Kurdî li her çar aliyên Kurdistanê tê pîrozkirin.

Miqdat Midhat Bedirxan di çapa yekemîn a Rojnameya Kurdistanê de wiha got:

"Ez vê rojnameyê derdixim, da ku girîngî û hezkirina fêrbûnê di dilê gelê xwe de bi cih bikim.

Ez ji vê rojnameyê tu tiştî, ji bilî bextewarî û pêşketina gelê xwe naxwazim.

Di dema me ya îro de, êdî her tiştên ku li dinyayê diqewimin, ji hêla rojnameyan ve tên nivîsandin û ragihandin.

Gelek tişt em ji rojnameyan fêr dibin.

Lê mixabin, Kurd ên ku wêrek, egîd û merd in, ji tiştekî wiha kêrhatî bêpar mane.

Ez jî vê rojnameyê derdixim da ku, we Kurdan ji qewimînên dinyayê agahdar bikim.

Rêyên zanistî nîşanî we bidim, û we teşwîqî nivîsandin û xwendina Kurdî bikim."

Rojnameya Kurdistanê di nav şertên zor û zahmet de derket.

Rojnameya Kurdistanê di dîrokê de xwedî cihekî girîng e

Ev Rojname di dîroka çapemeniya Kurdî de xwedî cihekî taybet û girîng e.

Rojnameya Kurdistanê li ser hev 31 hejmar hat çapkirin.

Miqdad Midhed Bedirxan 5 hejmarên pêşî derxistin, lê ji ber zordestiya dewleta Osmanî, nikarîbû rojnameyê berdewam bike.

Ji ber vê yekê, birayê wî Ebdulrehman Bedirxan dest bi derxistina Rojnameya Kurdistanê kir.

Hejmarên yekemîn heta 5`emîn li Qahîreyê, ya 6`emîn heta 19`emîn li bajarê Cinêvê yê Swîsreyê hatin çapkirin.

Her wiha hejmarên 20`emîn heta 23`yemîn careke din li Qahîreyê, hejmara 24`emîn li Londonê, hejmarên 25`emîn heta 29`emîn li Îngilistanê û hejmarên 30 û 31'emîn jî dîsa li Cinêvê, hatin çapkirin û weşandin.

Piştî Rojnameya Kurdistanê, bi rêzê rojnameyên Şerq û Kurdistanê, Amîd-î Sevda, Rojî Kurd, Hetawî Kurd, Yekbûn û Kovara Jîn û her wiha rojnameyên bi navên "Kurdistan" û "Jîn"ê hatine çapkirin.

Piştî 75 salan ji derxistina Rojnameya Kurdistanê, roja 22`yê Nîsana 1973`yan wekî “Roja Rojnamevaniya Kurdî” hat destnîşankirin û ji wê rojê ve, her sal ev roj tê pîrozkirin.

Ji roja ku rojnameya Kurdistanê derketiye, heta îro bi hezaran rojname û kovarên Kurdî derketine.

Rojnameya Kurdistanê bû bingeha çapemeniya kurdî

Rojnameya Kurdistanê weke deriyekî li pêşiya Çapemeniya Kurdî vekir.

Bi derketina rojnameyên Kurdî re, bîr û bawerî, zanîn û çanda rewşenbîrî ya nûjen a li ser bingeha neteweyî ya modern dest pê kir.

Ji gavên herî mezin di dîroka Rojnamevaniya Kurdî de jî, weşangeriya Med TV hebû.

Ji Med Tv, Medya Tv, Roj Tv, Stêrk Tv, Rûdaw Tv, Kanal 8 û Nûçe Tv, bi dehan TV û ajansên Kurdî îro li ser rêça Midhat Bedirxan xizmetê ji ragihandina Kurdî re dikin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye