QSD bi boneya salvegera xwe ya 10'emîn daxuyanî da

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyê Demokratîk (QSD), bi boneya salvegera xwe ya 10'emîn de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniya xwe de QSD'ê got: "Ji bo parastina gel, rûmet û xaka xwe em ê li gorî felsefeya xwe ya damezirandinê tevbigerin û têbikoşin."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Bi boneya salvegera 10'emîn a damezirandina QSD'ê , li ser navê QSD'ê Fermandariya Giştî ya QSD'ê daxuyaniyek weşand û got: "Bi serbilindî hemû qehreman û lehengên QSD`ê, gelê xwe yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li seranserê Sûriyê ku bi hev re bingeha projeya neteweyî ya berfireh ava kirine silav dikin.

 

Ev proje ji hêviya gel û baweriya wan a bi mafê wan ya jiyaneke azad û birûmet derket holê."

 

QSD: Rêya azadî, rêya rûmet û yektiyê ye

 

Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku hêzê wan li ser mîrate û fedekariya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di demên herî tarî yên dîroka Sûriyê de hatiye damezirandin.

 

Daxuyaniyê de bal hat kişandin ku QSD di serdemek tevilhevî zêde bû, hilweşîn û terorîzm li deverên berfireh ên welêt belav bibû hatiye avakirin û ji bo li hember parçebûnê  projeya yektiyî û li dijî terorîzm û tundrawiyê bibe keleha rûmetê ava bûye.

 

QSD'ê da zanîn ku nava şerê navneteweyî de Hêzên Sûriye Demokratîk rêya parastina welat û mirovan hilbijartiye û li ser avê hemû gelên Suriyeyê şer kiriye.

 

'Rêya QSD ji bo azadî û ewlehiyê ye'

 

Di nav 10 salan de bi hezaran şervanên QSD'ê ji bo li hember DAIŞ'ê bi mîlyonan sivîl ji qirkirin û koçberiyê biparêzin bûne şehîd.

 

Fermandariya Giştî şerê li hember DAÎŞ'ê meşandiye bibîrxist û destnîşan kir ku berpirsiyariya parastina Suriyeyê girtiye ser xwe û ji cîhanê re îspat kiriyê ku îradeya gelê azad li dijî tariyê bi ser dikeve.

 

 

QSD'ê di daxuyaniya xwe de şehîdên xwe bibîranî û da zanîn ku QSD niha bûye stunek bingehîn ya aramî û ewlehiya Suriyê.

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24