Ajansa Bloomberg News ragihand ku Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan plan dike ku bi sedan balafirên geştiyariyê û yên şer ji Amerîkayê bikire.
Bloomberg News destnîşan kir ku di nava kirîna balafiran de, 250 balafirên bazirganî, 40 balafirên şer ên F-35, 40 balafirên şer ên F-16 Viper û cebilxane hene.
Her wiha hate zanîn ku Erdogan dê bi zêdetirî 10 milyar dolarî ji Amerîkayê balafiran bikire.
Trump diyar kir ku wê roja pêncşemê ya bê li Qesra Spî bi Erdogan re bicive.
Her wiha Trump piştrast kir ku wê her du welat li ser peymanên girîng ên bazirganî û leşkerî nîqaş bikin.