Li Tebqayê Hêzên Ewlekariyê 22 kesên gumanbar girtin

Li kantonaTebqayê Hêzên Ewlekariya Hundirîn 22 kesên gumanbar girtin. Bi wan re mîqdareke çek û cebelxane, alavên leşkerî û madeyên hişbir hatin desteserkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku 22 kesên tawanbar girtin.

Li gorî daxuyaniya Hêzên Ewlekariyê, roja duşemê 22 Îlon`ê, ev operasyon li kantona Tebqayê pêk hat, di encamê de ev çek û madeyên hişbirê hatin destserkirin:

4 klaşînkov, 28 cercûrên klaşînkovê, tivingek nêçîrê, 523 gule, rexta bombeyan, şûrek û xencerek.

Kîloyek û 6gram krîstal, kîloyek heşîş, 40 hebên tramadol, 92 hezar û 720 hebên Kaptagon.

Hêzên Ewlekariyê diyar kirin ku armanca wan parastina ewlehiya deverê ye.

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24