Sûlava Şêxan li navçeya Çêrmûgê ya Amedê ye û yek ji cihê herî xweş ê seyran û geştê ye.
Li herêmê ji ber bandora guherîna avhewayê, di salên dawî de asta ava sûlava Şêxan pir kêm bûbû û di mehên havînê de çavkaniyên wê hema hema bi temamî çikiya bûn.
Ev rewş hem bandoreke neyinî li ekosîstema herêmê dikir hem jî fikarên mezin li ser siberoja vê derê dikir
Barîna zêde ya baran û berfê bû çavkaniya jiyanê
Lê belê, barîna zêde ya baran û berfê ya di zivistan û bihara borî de, bandoreke erênî li ser çavkaniyên bin erd û kaniyên herêmê kir.
Bi helîna berfa li serê çiyayan re, asta ava sûlavê gihîşt asta herî bilind. Sûlava Şêxan ku salên borî di vê demê de li ber çikandinê bû, îsal bi herikîneke xurt û herikbar bale dikişîne.
Ev yek Sûlava Şêxan ji nû ve veguherand navenda baldarî û serdanê.
Herikîna gur ya avê bandoreke erênî li ser geşbûna xwezaya derdorê jî kiriye.
Xelkê herêmê diyar dike ku piştî salên dirêj cara yekem e ku ew rûyê sûlavê di mehên havînê de bi vî rengî tije û zindî dibînin.