Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê: Me berpirsên teqînên Şamê girtin

Beriya 2 rojan, li Şamê 2 teqînên mezin pêk hatin. Wezareta Hundirîn a Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ragihand ku wan hemû kesên berpirsyarên teqînên li Şamê girtin. Fermandarê Hêzên Eewlehiyê yên Şamê Ehemd Delatî ragihand ku kesên hatine girtin, girêdayî çeteyên DAIŞ'ê ne.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Beriya 2 rojan, li Şamê 2 teqînên mezin pêk hatin.

Herdu teqîn li derdora Otêla 4 season (For Sîson) ya li rex Wezareta Geştyariyê pêk hatin.

Otêla navborî cihê rûniştina serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron bû.

Piştî vê, Hêzên Ewlehiyê yên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê dest bi lêkolînê kirin.

Wezareta Hundirîn a Hikûmeta Veguhêz bi daxuuyaniyekê encama lêkolînan eşkere kir.

Wezaretê diyar kir ku wan hemû endamên şaneya berpirsyara herdu teqînan girtine û wiha got:

"Hêzên Ewlehiyê bi alîkariya dezgeha îstixbaratê bi operasyonekê endamên şaneyê girtin.

Operasyon piştî teqezkirina agahiyên îstixbaratî pêk hat.

Hêzên Ewleheyê li çend deverên parêzgeha Şamê endamên şaneyê girtin.

Hîn lêpirsîn û lêkolîn bi kesên girtî dewam dikin."

Wezareta Hundirîn da zanîn ku piştî bidawîbûna lêpirsînê, dê kesên girtî û mukirhatinên wan ji raya giştî re parve bikin.

Fermandarê Hêzên Eewlehiyê yên Şamê Ehemd Delatî jî li ser heman mijarê daxuyaniyek da.

Ehemd Delatî diyar kir ku şaneya hatiye girtin, girêdayî çeteyên DAIŞ'ê ye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye