Ev agahî ji aliyê Komîteya Koçberên Serê Kaniyê ve hat ragihandin.
Biryara bipaşxistina vegera koçberan ji bo temamkirina xebatên pêwîst û dabînkirina navgînên veguhastinê hat dayîn.
Komîseriya Penaberan îro, ji bo naskirina pêdiviyên bingehîn ên koçberan û dabînkirina pêdiviyên vegerê, digel malbatên ku di karwanê pêncem de dê cih bigirin, hevdîtin kirin.
Li gorî Komîteya Koçberên Serê Kaniyê û li gorî bîlançoya dawî, hejmara malbatên karwanê pêncem 381 malbat e, ew jî dê berê xwe bidin gundewarên Serê Kaniyê, Til Temir û Zirganê.