Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyê Mazlûm Ebdî, nûnerê Koma Serokkomariyê ya Şopandina Peyama 29‘ê çileyê Ziyad Ayîş ku di heman demê de parêzgarê Dêrazorê ye û parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed li hev civiyan.
Di civînê de pêşveçûnên pêvajoya entegrasyonê hatin niqaşkirin.
Her wiha rewşa saziyên xizmetguzariyê yên parêzgeha Hesekê û rêbazên aktîfkirina saziyan mijarên civîna wan bû.
