Amerîka û Îsraîlê êrîşî Îranê kirin

Êrîşên Amrîka û Îsraîlê li ser Dewleta Îranê berdewam dike û Îranê jî wekî bersiv dayîn bi dron û mûşekan êrîşî hemû baragehên leşkerî yên Amrîkayê yên li heremê dike. Gelo di nava 3 rojan de çi qewimî?

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di navbera saeta sifir a êrîşa Amerîkî-Îsraîlî ya li ser Îranê, piştî çend demjimêran, gelek pêşketinên siyasî û leşkerî yên bêhempa li Îran, Îsraîl û herêma Kendavê qewimîn.

 

200 balafirên şer beşdarî êrîşên li ser sîstemên mûşekî û parastina asmanî yên Îranê bûn

 

Di roja yekemîn a êrîşan de, Artêşa Îsraîlê ragihand ku 200 balafirên şer beşdarî êrîşên li ser sîstemên mûşekî û parastina asmanî yên Îranê bûne. 

Her wiha Îsraîlê ev êrîş wekî mezintirîn êrîşa di dîroka Hêza Hewayî ya Îsraîlê de, bi nav kir.

 

Artêşa Îsraîlê: 500 hedefên Îranê bûne armanc

 

Li gorî artêşa Îsraîlê, di êrîşan de 500 hedefên Îranê bûne armanc, di nav wan de pergalên parastina hewayî, cihên avêtina mûşekan û baregeheke ku hejmarek ji fermandarên Îranî lê ne, hebûn.

Berdevkê artêşa Îsraîlê kuştina hejmarek ji rêberên Îranî di êrîşa Amerîkî-Îsraîlî ya roja Şemiyê ya li ser Îranê de piştrast kir, di nav wan de fermandarê Sipaha Pasdarên Şoreşa Îranê Mihemed Pakpûr, Wezîrê Parastinê Ezîz Nasirzade û Elî Şemxanî, şêwirmendê ewlehiyê yê Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xamineyî hebûn.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê jî ragihand ku di nav hedefên ku ji aliyê artêşa Amerîkayê ve li Îranê hatine bombebarankirin de, baregehên fermandarî û kontrolê yên Sipaha Pasdarên Şoreşa Îranê û berevaniya hewayî ya Îranê hene.

 

Trump: Wê oparasiyon 4 hefteyan dewam bike

Turmp da zanîn ku wê operasyona wan a li dijî Dewleta Îranê, 4 hefteyan dewam bike.

 

Amerîka û Îsraîlê li Îranê 3 dibistan kirin armanc

 

Derbarê windahiyên mirovî yên roja yekemîn li Îranê de, Heyva Sor a Îranê got nêzîkî 200 kes li 24 parêzgehên Îranê hatibûn kuştin û 747 kesên din jî birîndar bibûn.

Bombebarana Amerîkî û Îsraîlî li Îranê 3 dibistan kirin hedef, di encamê de hejmarek kuştî û birîndar çêbûn.

Tehranê di roja duyemîn a êrîşan de, kuştina Rêberê Bilind Elî Xamineyî û mirina 12 fermandarên leşkerî yên payebilind eşkere kirin ku di nav wan de; Serokê navenda îstîxbarata polîsên Îranê Reza Rezaian, Mihemed Şîrazî, Serokê Ofîsa Rêberê Bilind ê Hêzên Çekdar jî hene.

Heman çavkaniyê piştrast kir ku 12 endamên hêzên Pasdarên Şoreşê li bajarê Kaşanê yê li navenda Îranê di encama êrîşên li ser bajêr de hatine kuştin.

 

Encûmaneke demkî li Îranê hate avakirin

 

Piştî vê yekê, Encûmena Parêzvanên Îranê ragihand ku komîteyek ji sê endaman pêk tê hatiye avakirin, da ku welêt heta ku Serokê Bilind ê nû were destnîşankirin bi rê ve bibe.

Komîte ji Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkian, Serokê Dadweriyê Xulamhuseyîn Muhseni Ejei û endamê Meclîsa Pisporan Elîreza Arafî pêk tê.

Li gorî Dewleta Îranê, encumena rêberiya demkî ya ku hatiye damezrandin, li gorî madeya 111'ê ya Destûrê erkên Rêberê Bilind digire ser xwe.

 

Îranê derbaskirina keştiyan ji Tengava Hurmuzê qedexe kir

 

Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê jî ragihand ku destûr nayê dayîn ku keştî ji Tengava Hurmuzê derbas bibin ku ev tengav avên Kendava Farisî û Deryaya Omanê bi hev ve girê dide.

Ev yek jî piştî destpêkitina êrîşan li ser Îranê hete ragihandin.

 

Sipaha pasdarên şoreşa Îranê: Me heta niha 560 leşkerên Amerîkî kuştine

 

Sipaha Pasdarên Şoreşa Îranê ragihand ku wan rêze êrîşan li dijî baregeh û navendên leşkerî yên Amerîkî li Rojhilata Navîn pêk aniye, ku tê de berjewendiyên leşkerî yên Amerîkî li Erebistana Siûdî, Qeter, Îmaratên Erebî yên Yekbûyî, Behrêyn, Kuweyt û Iraqê hene.

Berdevkê baregeha Xetem el-Enbiya ya Sipaha Pasdarên Şoreşê diyar kir ku hêzên Îranê 14 baregehên sereke yên leşkerî yên Amerîkî li herêmê bi mûşek û dironên xwekuj hedef girtine û di encama van operasyonan de 560 leşkerên Amerîkî heta niha hatine kuştin û da zanîn ku wê erîşên wan li ser van baragehan berdewam bike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye