Şîrovekarên Siyasî yên Îraqê têkildarî bandora neyînî ya girtina Tengava Hurmiz, şerê Îsraîl-Amerîka û Îranê ya li ser Îraqê axivîn.
Şîrovekarê Siyasî Elî Ebdulzehra diyar kir ku di kêliya êrişa Îsraîl-Amerîka ya li ser Îranê û bersivdayîna Îranê de rasterast bandor li ser Îraqê kir û got:
"Bandor li ser asta leşkerî kir.
Ji ber ku Îraq du caran ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve hate bombekirin.
Her wiha ji ber şer krîzên aborî jî rûdidin ku Tengava Hurmizê hate girtin.
Ev yek di asta yekem de wê bandorê li ser bazara nefta Îraqê bike.
Em bandora wê ya siyasî jî ji bîr nekin. Ji ber ku rewşa rûdayî bû sedem ku avakirina hikûmetê bê sekinadin."
Elî Ebdulzehra teqez kir ku divê hikûmet di zûtirîn dem de bê avakirin.
"Hikûmeta niha bê plan û projeyeke stratejîk kar dike"
Endamê Komîteya Siyasî ya Terufî Furat Elî balkişand ser komên çekdar ên banga şer dikin li Îraqê ku ev yek Îraqê dikişîne nava şer û wiha domand:
"Gelo hikûmet tu plan yan jî rêyeke çareseriyê dîtiye ji bo vê rewşê an na?’
Hikûmeta niha bê plan û projeyeke stratejîk kar dike.
Ev yek jî bandoreke neyînî li Îraqê dike.
Li aliyê din jî Amerîka hişyarî dike ku Îraq nekeve navbera şer.
Gelo hêzên siyasî yan jî dijber wê Îraqê ji pisgirêka aborî biparêze an na?"