DEM Partî: Mîsyona Ocalan dê di rojên pêş de diyar bibe

Endamên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Mithat Sancar, Çetîn Arkaş û siyasetmedar Gultan Kişanak derbarê pêvajoya nû de civînekî çapemeniyê li dar xistin. Şandeyê diyar kir ku pêvajo gihîştiye asteke hiqûqî, lê heta niha ji bo çekberdanê plansaziyeke fermî an jî bangawaziyeke nû ya Abdullah Ocalan tune ye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê gengeşiyên li ser pêvajoya çareseriyê wekî rojeva sereke berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de, Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Mithat Sancar, endamê Sekreteryeya Îmraliyê Çetîn Arkaş û siyasetmedar Gultan Kişanak li otelekê bi nûnerên çapemeniyê re civiyan û geşedanên dawî nirxandin.

Şandeyê destnîşan kir ku civak di demeke dîrokî de derbas dibe û pêvajo êdî gihîştiye qonaxeke hiqûqî. Piştî daxuyaniya destpêkê, siyasetmedaran pirsên rojnamegeran ên derbarê rojevê de bersivandin.

Sancar: Ji bo çekberdanê bangawaziyeke nû tune ye

Mithat Sancar zanyariyên derbarê hevdîtinên dawî yên li Îmraliyê parve kir û bal kişand ser mijara çekberdanê. Sancar got: "Birêz Ocalan heta vê demê ji bo pêvajoya bêçekkirinê mîsyoneke girîng girtiye ser xwe. Lê di hevdîtinên dawî de, ji bo çekberdanê bangawaziyeke nû nehatiye kirin. Ji niha şûn ve, şopandina vê pêvajoyê dê ji aliyê deste û bin-desteyan ve bê kirin."

Sancar her weha diyar kir ku ew ji bo plansaziya bêçekkirinê bi Abdullah Ocalan re di nav danûstandinê de ne, lê plansaziyeke eşkere ku gihîştibe ber destê wan nîne. Sancar anî ziman ku di rojên pêş de saziyên fermî dê agahiyên zelaltir bidin civakê.

Desteya şopandinê civîna yekemîn li dar xist

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate ragihandin ku "Desteya Şopandin û Tespîtê" civîna xwe ya yekemîn encam daye. Sancar da zanîn ku rê û rêbazên xebatê yên bin-desteyan hîn bi temamî zelal nebûne û bi taybetî nenasîna li ser xebatên "Bin-Desteya Kordînasyona Bêçekkirin û Stratejiyê" berdewam dike. Sancar got: "Ew deste ji bo birêvebirina pêvajoya bêçekkirinê hatiye avakirin, lê em hîn nizanin ka dê bi çi rengî xebatên xwe bimeşîne."

Mîsyona Ocalan dê di rojên pêş de zela bibe

Mithat Sancar bal kişand ser girîngiya rola Abdullah Ocalan a di nav vê bin-desteyê de û daxwazên saziyan anîn ziman:

"Nêzîkatiyek heye ku her kes dibêje divê ew mîsyoneke wiha bigire. Em dixwazin ku Birêz Ocalan di vê pêvajoyê de çalak be û mîsyona wî bi zelalî bê pênasekirin. Di pêvajoyeke wiha dijwar de, divê rênişandina wî li pêş be. Ev mijar dê di rojên pêşiya me de diyar bibe."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye