Dem Partiyê pêşnûmeya qanûna çarçoveyî îmze kir

Îro AKP`ê, bi rojeva pêşnûmeya Qanûna Çarçoveyî li Meclisê civînek girtî ji çapemeniyê re li dar xist. DEM Partiyê qanûna çarçoveyî îmze kir. Her wiha Serokê Giştî yê MHP'ê Dewlet Bahçelî ji bo Rêberê Damezrînerê PKK'ê banga mafê hêviyê kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, endamên Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan, Mîthat Sancar, Rêveberiya Koma DEM Partiyê û endamên Komîsyona Meclisê, Qanûna Çarçoveyî ya navê “Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî” lê hatiye kirin îmze kir.

Tuncer Bakirhan di îmzakirina Qanûna Çarçoveyî de axivî û spasiya kesên ku ked dane pêvajoyê kir û Sirri Sureyya Onder bi bîr anî û wiha axivî:

“Em rêya Sirri Sureyya Onder bi rê ve dibin û înşelah wê me bibe encamê.

 Ev destpêkeke girîng e.

Çawa em kêmasiyên qanûnê rexne dikin lê giringiya wê jî diparêzin.

Ji ber ku ji bo Tirkiyê deriyeke nû vedike.

Weke birêz Ocalan dibêjê: “ Rêyên dirêj bi yek gavê dest pê dike “

Em jî gava yekem diavêjin.

Bakirhan destnîşan kir ku tevî kêmasiyan jî wan ji bo aştî û demokrasiyê îro îmzayek avêtin.

Hevseroka Giştî ya Dem Partiyê Tulay Hatîmogullari jî diyar kir ku Komîsyona ava bûbû û rapora komîsyonê jî dîrokî û girîng bû.

Her wiha çûyîna komîsyonê bo Grava Îmraliyê jî wek qonaxeke dîrokî nirxand.

Helbet ev qanûn nikare pirsgirêka sed salî çareser bike.

Lê ji bo vekirina deriyekî nû dîrokî ye.

Ji bo me jî tê wateya vekirina deriyekî ji bo çareseriyê.

Ji niha şûn ve jî ji bo ev qanûn bibe pratîk û desteyên bên avakirin pir girîng in.

Pirsgirêka Kurd ne pirsgirêka terorê ye.

Hatimogullari herî dawî ragihand ku ew jî vê qonqxa girîng dibînin û hêvî dikin hemû partî jî piştgiriya vê qanûnê bikin.

Devlet Bahçelî: Divê Abdullah Ocalan bigihîje mafê hêviyê

Her wiha Serokê MHPê Devlet Bahçelî jî têkildarî pêvajoyê peyamên girîng da û got:

“Bi vê îmzeyê re biratiya me ya hezar salî careke din hat tescîlkirin bila pîroz be.

Çi Tirk be çi Kurd be, ziman û nasnameya wî/wê çi dibe bibe, herkesî qezenc kir.86 mîlyon welatiyên me û gelên Rojhilata Navîn qezenc kirin. ”

Bahçelî pêşnûmeya qanûnê jî wek projeyeke dewletê pênase kir û wiha berdewam kir:

“Dewleta me xebatên pêwîst dimeşîne. Em ê hemû bi hev re vê pêvajoyê bişopînin.

Ez bi rêka parêzerê wî bi Selahhattin Demîrtaş re diaxivim.

Divê Selahattin Demirtaş bigehîje mala xwe, hemû Ahmet werin ser karê xwe û Ocalan jî bigehîje 'mafê hêviyê.”

Bahçelî destnîşan kir ku armanca wan ew ê ku aramî li Tirkiye û herêmê pêk were.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye