Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê derbarê Şaredariya Kûşadasi ya Aydinê de lêpirsînek da destpêkirin. Di çarçoveya vê lêpirsînê de, di 7'ê Tebaxê de 17 kes ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.
Kesên ku hatibûn binçavkirin, piştî qedandina karûbarên wan ên îfadeyê, sewqî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hatin kirin.
Li dadgehê, Rêveberiya Nivîsgehê ya Şaredariya Kûşadasiyê Şebnem Kars Şenol jî di nav de, dadgeriyê biryara girtina 14 kesan da. Ji gumanbarên din, li ser kesekî cezayê hepsa malê hat birîn û ji bo 2 kesan jî biryara kontrola edlî hat dayîn.