Lêpirsîna Gulîstan Doku: 15 kes hatin binçavkirin

Di dosyeya Gulistan Doku de pêşketineke nû rûda. Hevjîna Waliyê Dêrsimê yê berê Tuncay Sonel ku hatibû girtin û 3 bijîşk jî di nav de 15 kes hatin binçavkirin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriyên Komarê yên Erzirom û Dêrsimê bi rê ve dibin de li Xarpêt, Meletî, Enqere, Stenbol û Dêrsimê operasyonên hemwext hatin kirin.

Di serdegirtinên malan de 3 bijîşk, hemşîreyek, peywîrdarek karên agahiyan, 5 personelên berhevkirina daneyan hatin binçavkirin.

Dîsa hevjîna Tuncay Sonel, Handan Sonel, kesek ku tê gotin mudaxileyî telefona Doku kiriye, karsazek û 2 cerdevan jî di nav de 15 kes hatin binçavkirin.

Hate ragihandin ku kesên ku hatine binçavkirin ji bo girtina îfadeyê birine miduriyetên polîsan û jendermeyan.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye