Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî: Pêvajo mijareke girîng e

Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî der barê pêvajoyê û qanûna pejirandî de, nirxandinan kir û da zanîn ku pêvajo mijareke girîng û paradîgmaya nû ya pêşketinê ye. Her wiha xwest ku pergala hilbijartinê ji nû ve were sererastkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî, pirsên rojnameya Turkgunê yên der barê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û rojevê de bersivandin.

Bahçelî der barê pêvajoyê de nirxandin kir û got:

''paradîgmaya me ya nû ya pêşketinê mijareke girîng e'' .

"Pêvajo xwedî girîngiyeke wiha ye ku nayê pûçkirin û îstîsmarkirin"

Bahçelî ku got “Tirkiya Bêteror; ne tenê meseleya îro ye, meseleya sibe ye jî”, di daxuyaniya xwe de bi kurtî cih da van gotinan:

"Tirkiya Bêteror, xwedî girîngî û nirxekî wiha ye ku di nav qada reqabeta siyasetê de nikare were pûçkirin.

Di serdema li pêşiya me de lihevkirina civakî dê bi yekîtiya neteweyî bihêz bibe.

Ti nêzîkatiyên ku biratiyê lawaz dikin, fitne û veqetînê dikin amrazê siyasetê, wê bêberisv nemînin."

Bahçelî bertek nîşanî partiya YENî da

Bahçelî her wiha ji bo biryara ku Partiya Yenî di dengdana ji bo qanûna çarçoveyî de ku parlamenteran bi hilbijartinên wan re azad hiştibû jî, rexne kir û got:

‘‘Di mijareke evqas girîng de, nenîşandana vîneke hevpar nîşan dide ku vîneke siyasî ya xurt di Partiya Yenî de hîn pêk nehatiye.’’

''Her çend em erê nekin jî me serkeftin xwest''

Bahçelî biryara betalkirina teqez a li ser CHP’ê û tiştên piştî wê qewimîn jî, nirxandin û wiha axivî:

"Me her dem şîret li CHP'ê kir û wan xwest biratî/yekîtiya wan xera nebe, me ezmûnên xwe parve kirin û rewa nîşan dan.

Lê di wê xalê de ku gihîşt birêz Ozgur, hevalên wî 'Partiya Yenî' damezirandin.

Em CHP'ê erê nekin jî, me ji wan û partiya wan re serkeftin xwest."

Bahçelî: Divê pergala hilbijartin û partiyên siyasî bê guhertin

Bahçelî herî dawî Pergala Hikûmetê ya Serokatiyê bi bîr xist û got ku divê di serdema pêş de, pergala partiyên siyasî û ya hilbijartinê li gorî ruhê sîstemê û bi têgihîştinek ku îstîqrara siyasî û pêşkeftina demokratîk dide pêşiyê, ji nû ve werin rêxistinkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye