Hikûmeta Îraqê, ragihand ku piştî şopandineke bi baldarî ji aliyê Serokwezîrê Îraqê Elî El-Zeydî ve û bi erêkirina Amerîkyê, destûr ji bo şîrketên hewayî yên Îranê ji bilî Mahan Air hatiye dayîn ku rojane 40 geştên hewayî bo Balafirgeha Navneteweyî ya Necefê û berevajî wê pêk bînin.
Ofîsa Serokwezîrê Îraqê roja înê, 2`yê cotmehê, bi daxuyaniyekê diyar kir ku armanca vê rêkeftinê hêsankirina çûnûhatina rêwî û serdankeran û piştgirîkirina geştên mirovahî, bijîşkî, geştyarî û perwerdeyî ye.
Li gorî daxuyaniyê, Serokwezîrê Îraqê spasiya xwe ji bo bersiva erênî ya rêveberiya Serokê Amerîkayê Donald Trump li hember daxwaza Bexdayê ya ji bo wergirtina îstîsnaya pêwîst a ji bo destpêkirina nû ya geştên asmanî yên Îranê bo Necefê, anî ziman.
Her wiha ofîsa Serokwezîr tekez kir ku Îraq têkiliyên xwe yên derve li ser bingeha berjewendiyên gelê xwe ava dike û hewl dide têkiliyên hevseng û erênî bi neteweyên din re pêk bîne.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Îraq dê hewldanên xwe yên ji bo rakirina astengiyên li pêşiya geşta hewayî, bi awayekî ku xizmeta berjewendiyên Îraqê bike, bidomîne.
Wezareta Karên Derve ya Îranê, di daxuyaniyekê de ku roja pêncşemê hat weşandin de, tedbîrên Amerîkayê yên ji bo sepandina sînordarkirinan li ser bazirganî û geşta hewayî ya bi Îranê re, wekî komployeke xeternak bi nav kiribû.
Di 25`ê îlonê de, rêveberiya Balafirgeha Navneteweyî ya Necefê ragihandibû ku hemû geştên ji bo Îranê heta agahiyeke din hatine rawestandin.