Hadî Amirî: Biryara çekberdanê bê pirsgirêk dê were bicihanîn

Sekreterê Rêxistina Bedirê ya Îraqê Hadî Amirî piştrast kir, ku biryara çekberdanê bê pirsgirêk dê were bicîhanîn û di navbera komên çekdar û dewleta Iraqê de pevçûn çênabin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hadî Amirî got, rêxistinkirina çekan di destê dewletê de, armanceke neteweyî û destûrî ye.

Her wiha projeyek ji bo avakirina dewletek bihêz û bibandor e ku dikare ewlehî, serwerî û rûmeta Îraqê biparêze.

Amirî diyar kir, ev biryar bi tevahî Îraqî ye û ji derve li ser wan nehatiye ferzkirin tekez kir ku di navbera komên berxwedanê û dewletê de pevçûn çênabe.

Sekreterê Rêxistina Bedirê ya Îraqê Hadî Amirî destnîşan kir, ku mijara têkoşîna li dijî gendelî û gendelkaran biryara hemû partiyên di çarçoveya hevrêziyê de ye û Serokwezîr Elî Zayîd piştgiriyê dike û bicîh tîne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye