Joseph Aoun: "Em pabendî komkirina çekan di destê dewletê de ne

Serokê Libnanê Joseph Aoun ragihand ku parastina serweriya welat tenê bi çeka fermî û şerî ya dewletê pêkan e û tekez kir ku ji bo cîbicîkirina biryara navdewletî ya 1701, divê artêş li seranserî xaka Libnanê rayedar bibe.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Libnanê Joseph Aoun, îro Yekşemê 30ê Tebaxa 2026an di daxuyaniyekê de bi helkefta 48'mîn salvegera windakirina Îmam Mûsa Sedr û hevalên wî, helwesta fermî ya welatê xwe eşkere kir. Aoun da zanîn ku ew ji bo avakirina dewleteke bihêz, dadperwer û parastina herêma Başûr di bin sîwana saziyên fermî de her wekî nêrîna Îmam Sedr pabendî yekîtiya neteweyî ne.

Di berdewamiya daxuyaniyê de, Serokê Libnanê rastevast bal kişand ser mijara çekên derveyî kontrola dewletê û got: "Çeka ku axê diparêze, tenê çeka şerî ya dewletê ye. Ewlehî berpirsiyariyeke neteweyî û giştî ye ku nayê sînordarkirin û xistin bin destê aliyekî tenê".

Her wiha wî daxwaza komkirina çekan di destê saziyên ewlehiyê yên fermî de dubare kir da ku biryara Neteweyên Yekbûyî ya jimare 1701 bi tevahî bi cih bibe.

Di dawiyê de, Aoun amaje bi dosyaya windabûna Îmam Mûsa Sedr kir û tekez kir ku ew mîna dewlet û saziyan, li ser astên dîplomatîk û yasayî hewlên xwe berdewam dikin daku rastiya li ser çarenûsa wî û hevalên wî ronî bibe.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye