Di doza ku li navçeya Kapakliyê ya Tekîrdagê li dijî kreşeke taybet ji ber sûcên şîdeta li dijî zarokan hatiye vekirin de biryar hat dayîn.
Malbat û parêzerên wan beşdarî rûniştina li Dadgeha Asliyeya Cezayê ya 5'emîn a Çerkezkoyê bûn.
Çar sûcdarên ku bi sûcê şîdeta li dijî zarokan li kreşeke taybet a li Kapakliyê dihatin darizandin, bi cezayê girtîgehê hatin cezakirin.
Dadgehê yek ji sûcdaran bi rêzê ve 9 sal û 9 meh, yên din jî salek, 6 meh û 9 meh ceza kir.
Midûrê kreşê E.Y. bêyî ku were girtin tê darizandin, alîkarê midûr T.K. û mamoste S.M. û B.Y. tevlî dozê nebun.
Dadgeh, ji sucdar S.M.’re 9 sal 9 meh, tawanbarên ku bi navê T.K. û E.Y.’re jî 1 sal û 6 meh, tawanbar B.Y.’re jî 9 meh cezayê girtinê da.
Bûyer bi vegotinên zarokan derkete holê
Li gorî agahiyên di dosyayê de, bûyer di Tebaxa 2022'an de derketiye holê dema ku yek ji zarokan ji diya xwe re gotiye ka çi qewimîye.
Piştî vê yekê, dayik bi malbatên zarokên din re axivî, giliyê Dozgeriya Komarê ya Çerkezkoyê kir.
Di encama vê giliyê de, li dijî du mamosteyên ku li kreşê dixebitin lêpirsîn hate destpêkirin.
Dozger daxwaza cezayê girtîgehê kiribû
Dozger di mutaleya xwe de ji bo sûcdar S.M. bi sûcê "êrîşa bi zanebûn" û "muameleya xerab" heta 13 sal û ji bo B.Y. jî ji ber heman sûcan heta 10 sal cezayê girtîgehê xwestibû.
Dozger her wiha ji bo sûcdar T.K. û E.Y. bi sûcê "neragihandina sûc ji aliyê memûrekî giştî ve" heta 2 sal cezayê girtîgehê xwestibû.