Li Îranê zarokekî Ereb ê 7 salî ji aliyê Hêzên Ewlehiyê ve hat kuştin

Hêzên Îranê, li bajarê Hûvezyan ê eyaleta Hûzistanê, erebeyek sivîl ku malbatek Ereb têde bûn gulebaran kir, di encamê de zarokeke 7 salî jiyana xwe ji dest da xwişka wî jî bi giranî birîndar bû.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Bûyer di 11’ê Cotmehê de li benda kontrolê ya li nêzî gundê Beyt Kuvar qewimîbû.

Li gorî hin çavkaniyan, hêzên ewlehiyê bêyî fermana "bisekine" bide erebeyê, gule barandiye û zarokê bi navê Zûlfîkar Şerîfî di wê erebeyê de jiyana xwe ji dest da.

 

Her wiha ji bo bûyer were girtin û hesab neyê xwestin, hêzên ewlehiyê herêm bi lez dorpêç kirin û gef li endamên malbatê xwarin.

 

Li gorî hin agahiyan jî, ji dema şerê Heziranê yê Îsraîl û Îranê û heta niha li ser bendên kontrolê bûyerên bi vî rengî diqewimin û li hember van tawan û sûcên kuştinê, heya niha endam û berpirsên hêzên ewlehiyê yên Îranê nehatine cezakirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye