Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, çûn serdana Selahattîn Demîrtaş û Selçuk Mizrakli ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tên ragirtin. Hevserokên giştî, piştî serdanê li pêşiya girtîgehê daxuyanî dan.
‘Yasa û destûra bingehîn tê binpêkirin’
Destpêkê Tulay Hatîmogûllari axivî û da diyakirin ku hêviya Demîrtaş û Mizrakli ya ji bo aştiyê zêde ye.
Tulay Hatîmogûllari, da zanîn ku bi operasyona 4’ê Mijdarê Tirkiye ber bi tarîtiyê ajotin.
Tulay Hatîmogûlları anî ziman ku di ser girtina siyasetmedaran re 10 sal derbas bûn û tevî biryara Daîreya Mezin a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî hêj di hundir de tên ragirtin.
Hevseroka DEM Partiyê di dewama axaftina xwe got: “Tu bingeheke vê ya hiqûqî nîne. Yasa û destûra bingehîn tê binpêkirin.
Cîbicînekirina biryarên DMME’yê tê wateya nenaskirina hiqûqa wê.
Em qebûl nakin ku hevalên me bi awayekî neheq di hundir de tên ragirtin.
Di vê pêvajoya heyî de yek ji gavên herî girîng, cîbicîkirina biryarên DMME’yê ye.
Tavilê berdana Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û girtiyên ji Doza Kobanê ye.”
‘Cihê hevalên me ne girtîgeh e’
Pişt re Tuncer Bakirhan jî axivî û diyar kir ku rewşa girtî ya siyasetmedarên ku ji Doza Kobanê hatine girtin nayê qebûlkirin.
Bakirhan destnîşan kir ku heta kesên bêsûc, ku 10 sal in girtî ne neyên berdan, wê gel çawa ji vê pêvajoyê bawer bike û wiha got:
"Lewma jî divê di serî de rêhevalên me Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û girtiyên ji Doza Kobanê tavilê bên berdan.
Cihê hevalên me ne girtîgeh e. Ji bo civakîbûna aştiyê divê bên berdan. Heke bi rastî jî hûn ji pêvajoyê bawer bin, wê demê tu wateya ragirtina wan a di hucreyan de nîne.”
Hevserokên giştî piştî daxuyaniyê ji bo hevdîtina bi Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag re, ber bi Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê ve bi rê ketin.