DEM Partî di civîna Şaredariyan ya Konseya Ewropê de cih girt

Şandeya şaredariyan a DEM Partiyê li Strasbourgê tevlî rûniştinên Kongreya Rêveberiyên Xwecihî û Herêmî ya Konseya Ewropayê (KE) bû û hevdîtinên dîplomatîk pêk anî. Şandeya Dem partiyê bang li saziyên Ewropayê kir û xwest ku biryarên şertê xweseriya demokratîk yê DMM`yê ku dewleta Tirk erê kiriye were pêkanîn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Strasbourgê Kongreya Rêveberiyên Xwecihî û Herêmî ya Konseya Ewropayê (KE) ku wê heta pêncşemê berdewam bike, bi  rêve diçe.

Şandeya şaredariyan a DEM Partiyê jî tevlî kongre bû û endamên wê Kader Uzun, Faîk Yagizay û akademîsyen Sarah Glynn di şanedeyê de cih girtin.

Şandeyê bi endamên Koma Sosyalîst û gelek nûnerên paye bilind re hevdîtin kir, têde demokrasî, pêkanînên qeyum, girtî û çareseriya pirsgirêka Kurd bû rojev.

Di kongeryê de Hevşaredarê Wanê Abdullah Zeydan û Endamê DEM Partiyê Kader Uzun jî axivîn.

"Li Tirkiyê sîstema navendperest a tund demokrasî rakiriye"

Hevşaredar Abdullah Zeydan li Desteya Giştî ya Kongreyê da zanîn ku sîstema navendperest a tund ya li Tirkiyeyê demokrasî ji holê rakiriye û got :

" Polîtîkaya Tirkiye a qeyum li dijî Kurdan e, îro bûye amûreke totalîter li dijî hemû muxalefetê tê bikaranîn."

"Divê Tirkiye şertê xweseriyê yê DMM`ê pêk bîne"

Zeydan destnîşan kir ku divê di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de dewlet jî gavan bavêje û divê dawî li polîtîkayên qeyim bê kirin.

Her wiha Zeydan bang li saziyên Ewropayê jî kir û xwest ku biryarên şertê xweseriya demokratîk yê DMM`yê ku dewleta Tirk erê kiriye were pêkanîn.

" Tirkiye nahêle şaredarî pêdiviyên xwe pêşwazî bikin"

Ji şandeya DEM Partiyê Kader Uzun jî di Komîsyona Tenduristiyê ya Kongreyê de bal kişand ser berpirsyariya rêveberiyên xwecihî ya ji bo afirandina qadên jiyana bi tendurist.

Kader Uzun got ku hikûmeta navendî ya li Tirkiyê zextkar e, ji ber vê yekê şaredarî nikarin pêdiviyên xwe yên herî bingehîn jî pêşwazî bikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye